Beşar Esed serdana herêma erdhejê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Ziyanên erdhejên Mereşê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê girantir dibin. Tevî ku yekem alîkariyên Neteweyên Yekbûyî gihîştibine herêmê jî, di nava wan de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û alavên giran nînin. Serokê Sûriyê Beşar Esed îro serdana herêma erdhejê kir.
Li gorî nûçeyên herî dawî yên îro Înê 10ê Sibata 2023an, hejmara kesên ku li erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê canê xwe ji dest dane 3 hezar û 300 kes derbas kirine.
Ajansa Reutersê ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esed yekem serdana xwe ya ji bo herêma erdhejê pêk anî. Medyaya dewleta Sûriyê ragihand ku Esed serdana nexweşxaneyeke Helebê kiriye.
Hat ragihandin ku yekem karwanê alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî ku dê ji bo herêma di bin kontrola grûpên çekdar ên li bakurê rojavayê Sûriyê biçin bi rê ketin.
Nûçegihanê BBCyê Cenêvê Imogen Foulkes ragihand ku tîma xwebexş a lêgerîn û rizgarkirinê ya Sûriyê, Kum Spiyan îdia kir ku di saeta 100emîn a erdhejê de jî ti alîkariyê negihîştine bakurê Sûriyê. Neteweyên Yekbûyî ev yek red nekir.
Serokê Sûriyê Beşar Esed yekem serdana xwe ya ji bo herêma erdhejê pêk anî.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 10, 2023
Ji ber erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, li Heleb, Idlib û Efrînê jî herî kêm 3 hezar kesan canê xwe ji dest dan.#Erdhej
📽️ SANA pic.twitter.com/dDPFyJCxAY