Beşar Esed serdana herêma erdhejê kir

10-02-2023
RÛDAW
Nîşan Beşar Esed Erdhej Heleb Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ziyanên erdhejên Mereşê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê girantir dibin. Tevî ku yekem alîkariyên Neteweyên Yekbûyî gihîştibine herêmê jî, di nava wan de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û alavên giran nînin. Serokê Sûriyê Beşar Esed îro serdana herêma erdhejê kir.

Li gorî nûçeyên herî dawî yên îro Înê 10ê Sibata 2023an, hejmara kesên ku li erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê canê xwe ji dest dane 3 hezar û 300 kes derbas kirine.

Ajansa Reutersê ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esed yekem serdana xwe ya ji bo herêma erdhejê pêk anî. Medyaya dewleta Sûriyê ragihand ku Esed serdana nexweşxaneyeke Helebê kiriye.

Hat ragihandin ku yekem karwanê alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî ku dê ji bo herêma di bin kontrola grûpên çekdar ên li bakurê rojavayê Sûriyê biçin bi rê ketin.

Nûçegihanê BBCyê Cenêvê Imogen Foulkes ragihand ku tîma xwebexş a lêgerîn û rizgarkirinê ya Sûriyê, Kum Spiyan îdia kir ku di saeta 100emîn a erdhejê de jî ti alîkariyê negihîştine bakurê Sûriyê. Neteweyên Yekbûyî ev yek red nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst