Şaredariya Gel li Mihêmîdayê çend projeyan cîbicî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Mihêmîdayê dibêje, ew niha kar ji bo yekê dikin, ku çend rêyên nû vekin û pirên nû jî li ser çem ava bikin, daku rê li ber çûnûhatina xelkê deverê xweş bibe û tevgera baziraganî jî geş bibe.

 

Şaredariya Gel li bajarokê Mihêmîda, ku dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Dêre Zor a Sûriyê û ser çemê Firatê, çend tedbîr wergirtine ji bo parastina gund û derdora wê ji rabûna lehiyê.

 

Herwiha pirên ku ji ber şerê dijî DAIŞê herrifîbûn nûjen dike, daku xelk bikaribin bo debara jiyana xwe li deverê tevbigerin.

 

Hevserokê Şaredariya Mihêmîda, Mihemed Ubeyd dibêje: "Di dema niha de em girîngiyê didin nûjenkirina pir û rêyan, ji ber vê zivistanê baraneke zêde bariya, di encam de lehiyê zerareke zêde gihand piran, lê niha em zêdetir beleman li devera Hawî El-Hisin û Celamde ji xelkê re peyda dikin."

 

Xelkê devera Mihêmîde û Kesre li Dêre Zorê, bêyî pir û beleman nikarin tevbigerin, loma Şaredariya Gel bi hemû şiyanên xwe rêyên çûnûhatinê ji xelkê re vedike.

 

Endamê Şaredariya Mihêmîdayê, Hemdan Ewas jî dide xuyakirin: "Em bi şiyanên xwe yên sînordar rêyan paqij dikin, û belemên çûnûhatinê ji xelkê re peyda dikin, daku em rewşa wan baş bikin."

 

Di cotmeha 2017an de şervanên HSDê bajarokê Mihêmîda ji destê çekdarên DAIŞê derxistin, piştre Şaredariya Gel li wê derê hat damezirandin.

 

Şaredariya Gel li Mihêmîdayê heta niha çend projeyên xizmetguzariyê xistine warê cîbicîhkirinê û li ser karên xwe berdewam in.