SÛRIYE - Tevgera Jinan: Em ditirsin azadiya jinan bê qedexekirin

3 demjimêr berê
Loloxan
Nûnerên saziyên jinan\ Wêne: AFP
Nûnerên saziyên jinan\ Wêne: AFP
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) Mafên Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û kiryarên wan ên li hemberî jinan dilgiranî bi jinên Sûriyeyê re çekiriye.

Tevgera Jinê ya Sûriyeyê li Şamê yekem konferansa xwe li dar xist. Mijara serekî ya konferansê azadî û mafên jinan bûn.

Jinên Sûriyeyê ditirsin ew azadî û destkeftên berê bi dest xistibûn ji aliyê HTŞyê ve bên qedexekirin.

Jinên Sûriyeyê bi dengekî bilind bi Kurdî û Erebî dibêjin, “Bijî jina Sûriyeyî.”

“Em ji paşeroja Sûriyeyê ditirsin”

Endama Tevgera Jinê Şemis Enterê li ser mafên jinan wiha got:

“Ez wekî jineke Kurd ji herêmekê hatime ku wekheviyeke tam di navbera zilam û jinê de pêk hatiye.

Wekheviyeke tam di hemû saziyên fermî de pêk hatiye, jin û mêr bi hev re saziyên fermî bi rê ve dibin lê dema niha em dibihîzin dê rê li ber jinan bê girtin.

Bi rastî em ji Sûriyeya paşerojê gelekî ditirsin, gelo ka dê rewşa me çawa be?

Lewre divê em fişarê bikin, divê wekhevî û dadperwerî ji bo jinê hebe, çênabe cilûbergên taybet û jiyaneke taybet li ser jinê bê ferzkirin.”

Jinên Sûriyeyî di vê konferansê de hawara xwe digihînin aliyên pêwendîdar û dixwazin azadî û mafên jinê parastî bin.

Her wiha dixwazin ti metirsî li ser jiyan û paşeroja wan li Sûriyeya nû tune be.

“Pêwîstiya me bi diyalogê heye”

Çalakvana Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan Cumane Sêfê jî got:

“Bi baweriya min em hemû Sûriyeyî pêwîstiya me bi diyalogê heye.

Divê em bi zelalî bi hev re biaxivin û divê em baş li hevdû guhdarî bikin û hemû bîr û hizr û metirsiyan gotûbêj bikin da ku em karibin wan metirsiyan nehêlin.”

Li aliyê din, li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê jî bi sedan jinên çalakvan ên Meclisa Jina Kurd konferansek li dar xist.

Jinên Kurd, Ereb û Xirîstiyan behsa metirsiyan li ser paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû kir.

“Divê jin xwedî yek helwestê bin”

Endama Meclisa Jinê Emîne Umerê jî got:

“Ji ber rewşa ku niha Sûriye tê re derbas dibe konferanseke bi vî awayî hat sazkirin.

Em niha derbasî qonaxeke nû bûne.

Ev qonaxeke xala guherînê ye di dîroka Sûriyeyê de.

Divê jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mafên jinê di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî yek helwestê bin.”

Piştî desthilata HTŞyê li bajarên wekî Heleb, Hema, Hums û Şamê çekdaran rêxistinê ji jinan xwest bi tenê negerin û bi tenê neçin bazaran.

Çekdar ji jinan dixwazin hîcabê bi kar bînin. Bi nerîna çavdêran û mafnasan ev kiryarên çekdaran metirsiyê li ser mafên azadiyê çêdikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst