SOHR: Tirkiyeyê depoyên genim û santralên karebayê bombebaran kirin

5 demjimêr berê
Nîşan Reqa Tirkiye Êriş Depoyên Genim Santrala Karebayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – SOHRê ragihand ku dronên Tirkiyeyê li bakurê Reqayê êrişî depoyên genim û santrala karebayê kiriye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku dronên Tirkiyeyê doh li bakurê Reqayê sê caran êrişî depoyên genim ên Xatûniyeyê û santrala karebayê ya Cirniyeyê ya li gundewarê Tebqeyê kiriye.

Hat gotin ku ev êriş bûne sedema xisareke mezin a madî lê behsa ti xisarên canî nehat kirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê 8ê vê mehê jî li nêzîkî gundê Gir Zîro yê Girkê Legê êrişî otomobîlekê û çend cihan kiribû.

Tirkiyeyê li çoltera Qamişloyê jî çend cih topbaran kiribûn.

Li gorî SOHRê, Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve bi rêya dron û balafirên şer 18 caran êrişî deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de kiriye.

Di van êrişan de 9 kesan canê xwe ji dest daye û 21 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst