Neteweyên Yekbûyî alîkariyên mirovî bo Sûriyê radiwestîne

10-01-2020
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekgirtî Stephane Dujarrik Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand, roja Înê 10 vê mehê mekanîzmên gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê tên rawestandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Stephane Dujarrik ragihand: “Eger biryarek nû ji aliyê Civata Aayişa Navdewletî ve bo gihandina alîkariyên mirovî derbarê Sûriyê de dernekeve, dê hemû meknîzmayên berê rawestin.”

Stephane Dujarrik ev yek vegeran bo rewşa Sûriyê û got: “Ji ber rewşa mirovî li Sûriyê gelek metirsîdar e. “

Dujarrik tekez kir roj bi roj “rewşa mirovî” li Sûriyê xerabtir dibe û got, divê Civata Asayişa Navdewletî ji bo gihandina alîkariyên mirovî li nav Sûriyê, mekanîzên nû bibîne.

Meha bihorî li Civata Asayişa Navdewletî, Rûsya û Çîn projebiryara nûkirina mekanîzmên gihandina alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê veto kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst