Desteya Tehrîr El-Şam dest daniye ser ji sedî 75ê bakurê Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr El-Şam,  anku Eniya El-Nusre ya berê, pêşketinên zêde li parêzgeha Idlibê bi dest dixe.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Çarşemê Desteya Tehrîr El-Şam rêkeftin ligel çend grûpan çekdar îmze kiriye ku li gor wê çekdarên Desteyê dest danîne ser piraniya deverê.


Li gor heman çavkaniyan, niha Desteya Tehrîr El-Şam dest daniye ser ji sedî 75ê deverên ku ne di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê de ne.


Ew dever li parêzgeha Idlib, rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û rojhilatê Laziqiyê ne.


Herwiha Desteya Tehrîr El-Şam hejmara çekdar û hêzên xwe li derdora her du bajarên Erîha û Mi`eret el-Noman kom dike û egera êrîşa ser her du bajarên navborî jî heye.