Serokwezîrê nû yê Sûriyeyê diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Mihemed El-Beşîr wekî serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hate destnîşankirin.
Tehrîr El Şamê (HTŞ) doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Tehrîr El Şamê (HTŞ) Mihemed El-Beşîr wekî serokwezîr destnîşan kir û talîmat da ku hikûmeta nû ya veguhêz ava bike.
Mihemed Beşîr berê serokatiya hikûmeta li Îdlibê dikir ku ji aliyê HTŞyê ve dihate birêvebirin.