Neteweyên Yekbûyî dê êdî alîkariya koçberan neke: ‘Dê bandorê li me hemûyan bike’

09-12-2023
RÛDAW
Neteweyên Yekbûyî dê êdî alîkariya koçberan neke
Neteweyên Yekbûyî dê êdî alîkariya koçberan neke
Nîşan Îdlib Koçber Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Kampa Ente Leste Wehdekê ya koçberên Sûriyeyê yê li bakurê parêzgeha Îdlibê bi hatina demsala zivistanê re di rewşeke zêde xirab de dijîn.

Dema ku wan bihîst Programa Xorakê ya Cîhanî di meha Kanûna Pêşîna 2024an de dê alîkariyên xwe li ser wan rawestîne şok û dilgiran bûn.

Koçbera Sûriyeyî Fatme Mihemed li ser rewşa xwe got:

“Me biryara rawestandina alîkariyan bihîst, dê bandorê li me hemûyan bike, zivistan nêzîk e, ne birinc, ne şekir û ne zeyt li ba me heye. Eger alîkarî neyên em dê ji wan bêpar bimînin.”

Koçbera Sûriyeyî Wedhe Xelefê jî anî ziman:

“Ev biryar dê bandorê li hemû xelkê herêmê bike, ne tenê malbata min.

Hemû li vir hêviyên xwe bi pişka xorakê ve girê didin ku birinc, savar û hinek pêdiviyên malbatê dabîn dike.”

Programa Xorakê ya Cîhanî dibêje biryara rawestandina alîkariyan encama kêmbûna peredarkirinê ye lê ligel vê yekê jî ew amade ne piştevaniya zarokên di bin 5 salî de, jinên ducanî û malbatên ku zerer ji ber erdhej û lehiyê dîtine bikin.

“Biryar dê bandoreke xirab li xelkê bike”

Rêveberê Kampa Ente Leste Wehdekê Silêman Qehît got:

“Me bihîst ku Neteweyên Yekbûyî biryara rawestandina alîkariyan û pişka xorakê ya mehane ragihandiye.

Ev biryar dê bandoreke xirab li xelkê bike, dê bandorê li ser dabînkirin avê, paqijkirina avrêjê û rakirina gilêşan jî bike.”

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê zêdetirî hezar û 200 kampên bêserûber ên koçberan ku nêzîkî 2 milyon kes li xwe vedihewînin hene.

Di 10 salên borî yên şerê navxwe yê Sûriyeyê de, Programa Xorakê ya Cîhanî 4 milyon û 800 hezar ton xorak bi qasî 3 milyar dolar li wan koçberên Sûriyeyî dabeş kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst