Ehmed El-Cerba: Gerentiyên nivîsandî hene ku wê rola Esed di pêşerojê de nebe

09-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 


Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniy Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand gerentiyên devkî û nivîsandî ji welatên mezin ên cîhanê sitandine ku wê rola Esed di pêşeroja Sûriyê de nebe.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba di hevpeyvînekê de digel ajansa Reuters ê ragihand: “Em qebûl nakin ku rola Beşar Esed di Sûriyê de hebe.” Ji ber ku Esed tometbare bi kuştina hemwelatiyên Sûriyê.

Ehmed El-Cerba tekez kir ku wê hikûmeteke cî bi cîkar di kongireya Cenêv2 de bê avakirin, da serkirdatiya qunaxa veguhêz li Sûriyê bike.
El-Cerba eşkere kir ku opozîsyon dest ji çek naberde û şerê digel rejîmê de ranawestîne heta piştî Cenêv2.

Herwiha navhatî da zanîn ku niha Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ji bo yek rêziya opozîsyona çekdar kar dike.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê berî niha ragihandibû ku ewê bi şandeke fermî beşdaî kongireya Cenêv2 bibe, û tekez kiribû ku pêwîste armanca kongireyê avakirina hikûmeteke bi desthelatên temam û nemane Esed di desthilatê de be.

Biriyare kongireya çareserkirina krîza Sûriyê di 22ê Çileya 2014an de bê lidarxistin, û rejîma Sûriyê jî ragihandiye ku dê tevlî kongireyê bibe, lê ne ji bo radestkirina desthilatê.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst