Îsraîlê bombe bi ser Helebê de barandin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li gundewarên Heleb û Îdlibê êrişî xalên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê kir.

Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyê ragihand ku serê sibehê balafirên artêşa Îsraîlê hin xalên leşkerî yên li derdora bajarokê Sefîreyê yê Helebê bombebaran kiriye.

Li gorî zanyariyan di encama êrişa Îsraîlê de gelek leşker birîndar bûne û zerer û ziyanên madî jî gihîştine wan deveran.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku êrişa Îsraîlê kargehên leşkerî û navendên lêkolînan ên artêşa Sûriyeyê kiriye armanc.

SOHRê diyar kir ku di nava wan navendan de cihên artêşa Îranê û yên komên çekdar ên nêzîkî wê jî hene.