Balafirên Amerîkayê bi fermana Biden grûpên li Sûriyeyê bombebaran kirin

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Grûpên Çekdar Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi fermana rasterast a Joe Biden, du balafirên şer ên Amerîkayê grûpên çekdar ên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bombebaran bersivek e ji bo grûpên ku Îran piştgiriya wan dike ku baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê dikin armanc.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja çarşemê got ku bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Joe Biden, baregehên grûpên çekdar ên girêdayî Pasdarên Îranê ji aliyê balafirên Amerîkî ve hatine armancgirtin.

Austin got “Êriş ji aliyê du balafirên F-15 ve li dijî depoyeke çekan weki tedbîra xweparastinê hat kirin.”

Wezîrê Parastinê anî ziman, “Ji bo Serok tiştek ji ewlehiya leşkerên Amerîkî girîngtir nîne û fermana êrişa îro peyamek eşkere ye ku Amerîka dê xwe, hêz û berjewendiyên xwe biparêze.”

Herwiha Austin di daxuyaniyê de got, “Amerîka bi temamî amade ye ku gavên din ji bo parastina hêz û baregehên xwe bavêje.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst