Xelkê Babê ji ber kuştina çalakvanekî û hevjîna wî ya ducanî dest bi grevê kirin

09-10-2022
Loloxan
Xelkê Babê ji ber kuştina çalakvanekî û hevjîna wî ya ducanî dest bi grevê kirin
Xelkê Babê ji ber kuştina çalakvanekî û hevjîna wî ya ducanî dest bi grevê kirin
Nîşan Bab Mihemed Ebû Xennûm Kuştina Çalakvanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Babê ya li rojhilatê Helebê, ji ber kuştina çalakvanê navdar Mihemed Ebû Xennûm û hevjîna wî ya ducanî ji aliyê kesên nenas ve bajar ketiye grevê.

Li Babê firoşgeh hatine girtin û tevger li ser cade û meydanan nîne. Bi gotina xelkê Babê Ebû Xennûm dengê mezlûman bû li dijî gendelkaran.

Nişteciyê Babê Neîm el-Loman dibêje "Bajarê Babê di nav karesatekê de dijî, kuştina wî karesateke bo hemû xelkê Babê û koçberan, biçûk û mezin. Hemû xelkê bajar Ebû Xennûm nas dikin, bi alîkarîkirina mezlûman navdar bû. Herdem wek parêzer berevanî li mezlûman dikir û dixwest dadperwerî û wekhevî bê cîbicîhkirin. Dema saziyên hikûmetê gendelkar ceza nedikirin, xelkê berê xwe didan wî daku mafên wan bidest bixe, ev sedema sereke bû ku ji bo wê hat kuştin."

ajarê Babê di bin kontrola hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye, ku ev grûp li gor fermanên wan tevdigerin, piraniya van grûpan jî dijî hev li bajar û derdorê şer dikin, lewra bêserûberiyeke ewlekariyê li bajar û derdorê heye.

Çalakvan Mihemed Elî anî ziman "Greva me li vir ji bo şehîd e, Bab ne tenê xemgîn e, Bab zêde bihêrs e, rabûye ser pêyan. Greva me bo hemû şehîd û qurbaniyên ku ji ber gotina heqiyê hatine kuştin. Mihemed Ebû Xennûm wê ne yê dawî be, dibe ku qurbaniyên zêde çêbibin, lê divê em dijî vê rewşa xirab û têkçûyî di dema dawî de ku çêbûye helwêsteke zelal û yekalîker werbigirin."

Li gor çavkaniyên opozisyona Sûriyê, Mihemed Ebû Xennûm û hevjîna xwe ya ducanî li nêzîkê firneya niştîmanî li nav bajarê Babê ji aliyê çend çekdarên nenas ve bi demançeyên bêdeng hatin kuştin. Li gor Tîma Hevahengên Bersivdana Sûriyê, ji destpêka 2022ê û heta niha 22 çalakvan, rojnamevan û karmendên rêxistinên mirovî li nav Babê hatine kuştin, herwiha 38 teqîn bi rêya mînên vedayî, otomobîl û motorsîkletên bombekirî li nav Babê çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst