Rojnamevanê Anadolu li Helebê hat kuştin

09-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Nûçegihanê “Anadolu Agenc”yê yê Helebê Salih Mahmud Leyla di êrişake DAIŞê bi wesayita bombebarkirî de, hat kuştin. 

Ajansa Anadolu ragihand: “Salih Mihemed Leyla di êrişa bi wesayita bombebarkirî ya ku li navçeya Hireytanê ya hawirdora Helebê pêk hat, jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên herêmî yên li herêma ku êriş wir qewimî dan zanîn ku çalakiya bibombeyê ji aliyê DAIŞê ve hat kirin.” 

Li gorî Anadolu,“ Salih Mahmud di meha Tîrmehê de dema ku pevçûnên li Cemiyet ez-Zehraya herêma Helebê dişopand ji rûyê xwe birîndar bibû û ji bo dermankirinê anîbûn Tirkiyê.”

Anadolu wiha got: “Salih Mahmud seranserê peywira xwe de der barê pevçûnên li bakurê Sûriyê gelek wêne û dîmen qeyd kiribûn, derbarê pirsgirêkên gelê di bin pevçûnê de rapor pêşkêş kiribûn.”

Ajansa Anadolu wiha domand: “Gelek wêneyên ku Leyla di şerê navxweyî yê Sûriyê de kişandibûn ji aliyê şaxên çapemenî û weşanê yên dinyayê yên sereke ve hatin weşandin û wêneyên wî di nav kategoriya dîtbariyên ku herî zêde hatin ecibandin de cî girtibûn. Leyla her wiha par li Anadolu Agencyê nûçegihaniya şer kiribû.”

Salih Mahmud (27 salî) li navçeya Anadanê ya li bakurê Helebê hatibû dinê û perwerdeya xwe ya zanîngehê di beşa teknîsyeniya kompîterê de temam kiribû. Leyla ev salek e ku zewicî bû û tê gotin ku xanima wî ducanî ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst