Li Îdlibê çekdaran rojnamevanek girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê rojnamevanek girt.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê ragihand ku çekdarên ser bi Desteya Tehrîr El-Şamê ve rojnamevanê bi navê Yûsif El-Muezzin girtiye.

Li gorî zanyariyan, dema ku Yûsif El-Muezzin li bajarokê Killiyê yê Idlibê bû hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî û cihê ku lê girtiye nayê zanîn.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, Yûsif El-Muezzin li herêma Îdlibê rojnamevanekî çalak bû û li ser bûyerên ku li herêmê diqewimîn dixebitî.

Yûsif El-Muezzin berê serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Xwecihî yê wê navçeyê bû.

Rojnamevan Yûsif El-Muezzin xelkê Xûteya Rojhilat a Şamê ye.