Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê rojnamevanek girt.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê ragihand ku çekdarên ser bi Desteya Tehrîr El-Şamê ve rojnamevanê bi navê Yûsif El-Muezzin girtiye.
Li gorî zanyariyan, dema ku Yûsif El-Muezzin li bajarokê Killiyê yê Idlibê bû hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî û cihê ku lê girtiye nayê zanîn.
Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, Yûsif El-Muezzin li herêma Îdlibê rojnamevanekî çalak bû û li ser bûyerên ku li herêmê diqewimîn dixebitî.
Yûsif El-Muezzin berê serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Xwecihî yê wê navçeyê bû.
Rojnamevan Yûsif El-Muezzin xelkê Xûteya Rojhilat a Şamê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse