Qedrî Cemîl: Opozîsyon û hikûmeta Sûriyê bi hev re şerê DAIŞê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Platforma Moskowê ya Opozisyona Sûriyê Qedrî Cemîl eşkere kir, ku niha li rojhilatê Siwêdayê çend aliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê bi hêzên hikûmeta Sûriyê re li dijî DAIŞê şer dikin.

 

Qedrî Cemîl diyar kir: “Îro hûn bi çavê xwe dibînin ku li rojhilatê Siwêda, ku Artêşa Sûriyê û çend aliyên çekdar ên ku çareserî qebûl kirine û niha bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin.”

 

Serokê Platforma Moskowê ya Opozisyona Sûriyê Qedrî Cemîl Berî amaje bi wê yekê kir ku berî niha jî gotine divê berê tivingên xelkê Sûriyê li dijî terorîstan bibe û got: “Berî demeke dirêj jî me digot, divê berê tivingên Sûriyan li dijî terorîstan be, îro jî bi wateya xwe ya herî rast, ev yek li dijî DAIŞê li rojhilatê Siwêda tê dîtin.”

 

Qedrî Cemîl herwiha got: “Yek ji encamên şerê Derayê ev bû ku çekdar ji hev hatin cudakirin, ew çekdarên ku çareseriyê dixwazin ji wan çekdarên ku çareseriya naxwazin ji hev hatin cudakirin, ev jî li gor nêrîna min yek ji serkeftinên herî mezin e.”