Ramî Mexlûf: Hemû karmendên min hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Karsaz Ramî Mexlûf ku kurxalê Beşar Esad e got, “Hemû karmendên min hatine girtin.”

Ramî Mexlûf ku demekê împaratorê aboriya Sûriyê bû li hesaba xwe ya Facebookê peyamek belav kir.

Mexlûf dibêje, “Di 6 mehên derbasbûyî de zilamekî min jî nehiştin, hemû zilamên derece yek girtin, êdî niha tenê jin mane û zilma ku hûn dikin jî gelekî mezin e.”

Ramî Mexlûf aşkere jî kir, hemû karmendên kompaniyên wî jî ji kar dûrxistin û qewitandin

Kurxalê Beşar Esad di dawiyê de ji welatiyan dixwaze, ku li ser posta wî şîroveyan nenivisînin, ji ber ku Facebooka wî ji aliyê îstixbarata Sûriyê ve tê şopandin û her kesek şîroveyekê binivîse, wê bê girtin û cezakirin.

Kompaniyên Mexlûf ji sala 2010 ve bêyî hebûna ti rikaberan bazarên azad ên Sûriyê birêve dibirin, ji ber ku ew nêzîkî Beşar Esed bû ti kompaniyek nikarîbû rikaberiyê bi wî re bike.

Wezareta Aborî û Bazirganiya Sûriyê jî girêbestên ligel Mexlûf ji bo weberhênana bazarên azad li Cedîde Yabûs, Navenda Nisêb, Navenda Bab El Hewa, benderê Tertûs, balafirxaneya Şamê, Balafirxaneya Helebê, Balafirxaneya Basil li Lazqiyê hatine hilweşandibûn.

Derbarê çarenivîsa Ramî Mexlûf de jî, agahiyên ku belav bûne tekez dikin, ku hikûmeta Sûriyê di dawiyê ya sala 2019an de qedexeya derketina derveyî Sûriyê li ser wî sepandibû.

Destpêka nakokiya navbera Ramî Mexlûf û Beşar Esed li ser pirsa dana bacê bû, hikûmeta Sûriyê wî tometbar dikir, ku ji dana bacê direve û Mexlûf jî di çend girteyên vîdeoyî de ragihandibû, ku ev hincet e ji bo ku hikûmet dest dane ser kompaniyên wî, bi taybet jî kompaniya Syria Tel.

Ev di demekê de ye ku Rûsya daxwaza 3 milyar dolaran ji hikûmeta Sûriyê dike, ew jî têçûya piştgîriya wê ya leşkerî bo deshilata Esed e.

Ramî Mexlûf milardêrekî navdarê Sûriyê ye ku bi dehan kompanî û holdîngên wî hene û weke împaratorê aboriya Sûriyê tê naskirin.