Şaredariya Gel a Kesre dest bi nûjenkirina Parka Navendî kir

09-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şaredariya Gel Kesre Dêre Zor Parka Navendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Gel a bajarokê Kesre ku dikeve bakurê rojavayê Dêre Zora Sûriyê, tevî ku şiyanên şaredariyê sînordar in, lê dest bi nûjenkirina Park Navendî kiriye. Parka Navendî di salên borî de, ji ber şerê navxwe û şerê dijî DAIŞê jinav çûbû.

 

Endamê Şaredariya Kesre Xalid Salih dibêje: “Şaredarî Parka Navendî ya Kesre nûjen dike, berî şer baş bû, lê ji ber topbaranê bi tevahî jinav çûbû, şaredariyê milyon û 900 hezar Lîre ji bo nûjenkirina parkê peyda kiriye. Me dîwarek li derdorê ava kir û dirabe li ser danîn û lehîm kirin, me ji sedî 50ê projeyê temam kiriye, em li ser karê nûjenkirina Parka Navendî berdewam in.”

 

Şaredariya Kesre berî projeya nûjenkirina Parka Navendî, paşmayên şer jinav parkê rakirin, piştre plana nûjenkirinê û çandina daran amade kir.

 

Endamê Şaredariya Kesre Etella Hemîd dibêje: “Me bi rêya dîwarekî çemento bi bilindbûna 50 santîmetreyan park nûjen kir, herwiha me dîwarekî hesin li ser wî çê kir, piştre emê daran di nav de biçînin, bi vê yekê emê parkê ava bikin.”

 

Havîna 2014an DAIŞê bajarokê Kesre û gundên derdorê ser çemê Firatê yê Dêre Zorê kontrol kir, di Cotmeha 2017an de şervanên HSDê ew ji destê DAIŞê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst