Itîlafa Opozîsyona Sûriyê perçe dibe

Hewlêr (Rûdaw)  - Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ku navenda wê ya sereke Istanbule rû bi rûyî perçebûnê hatiye.

Itîlafa Opozîsyona Sûriyê rû bi rûyî perçebûnê hatiye, hinek serkirdeyên wê hatine bi dûrxistin, hinek jî cuda bûn û daxuyanî li dijî hev belav kirin.

Rêveberê Ragihandina Itîlafa Sûriyê Ehmed Remedan ku yek ji kesayetiyên naskirî bû di nava Itîlafa Sûriyê de, cuda bû û bi navê Itîlafa Sûriyê - Teyar El Îslaah daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Remedan di daxuyaniya xwe de, dibêje serokê Itîlafê Salim Muslet, rastiyên di nava Itîlafê de vedişêre û dibêje ew dê hemû tiştên ku di nava Itîlafê de çêdibin eşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Itîlafê Salim Mulit jî daxuyaniyek belav kir û got, hinek daxuyaniyên sexte bi navê Itîlafê derdikevin, mebesta wî ew kesin ku ji nava Itîlafê derketine û bi navê Teyar El Îslah kar dikin.

Berî niha wezîrê derve yê berê yê Qeterê Hemed Bin Casim ji rojnameya Kiwîtî Qebes re gotibû, opozîsyona Sûriyê bûye selete, hinek kes di nava Itîlafa Sûriyê de ajanên hikûmeta Sûriyê bûn û opozîsyon bûbû karê ticaret û bi destxistina pereyan.