Televîzyona Sûriyê: Hêzên me destdanîn liser Renkûsê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rejîma Sûriyê dibêje ku bajarokê Renkûs ketiye bin kontrola wê de û opozisyon jî vê yekê red dike.


Televîzyona fermî ya Sûriyê got ku, hêzên rejîmê bajarokê Renkûs yê sînorî ji destê opozisyonê derxistin û xistin bin kontrola xwe de.

 
Lê çalakvanên opozîsyonê ev yek red kirin û gotin ku, şervanên opozisyonê karîbûn bersiva êrîşên hêzên rejîmê û alîgirên wê ji endamên Hizbulla ya Libnanî li ser bajarokê Renkûs, bidin , ku êrîş li ser sê eniyan destpêkirin û şerên dijwar di navbera herdû aliyan de çêbûn.

 
Çalakvanên ser bi opozisyonê ve diyar kirin ku di şer û pevçûnên li ser bajarokê Renkûs şervanîn opozisyonê rê li ber hêzên rejîmê û yên Hizbulla girtin û dest danîn li ser hinek çekên sivik piştî ku serbazên rêjîmê ji eniya bexia vekşiyan.

Herwiha şervanên opozisyonê êrîşî serbazgehek rêjîmê li bajarokê ras alieyn kirin.