REQA – Grûpên ser bi Îranê ve 2 ciwan kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li bajarê Reqa yê Sûriyê 2 ciwan kuştin.

Li gor çalakvanên xwecihî , li bajarokê Madan li başûrê rojhilatê Reqayê grûpên ser bi Îranê ve 2 ciwan girtin û piştre ew kuştin.

Herwiha li gor heman çavkaniyê di 21ê Sibata derbasbûyî de, grûpên ser bi Îranê ve 7 sivîl ji heman navçeyê revandin û piştre ew gulebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn, ku piştî şopandinê, termên wan sivîlên kuştî li çola Madanê hatin dîtin.

Di çend hefteyên derbasbûyî de, li çola Reqa û Dêre Zorê, grûpên ser bi îranê ve hejmarek şivan û sivîl desteser kirin, kuştin û pezên wan birin.

Di Cotmeha 2017an de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Reqa ji destê çekdarên DAIŞê derxistibûn.

Piştî vekişîna hêzên Ameîrkayê ji beşek navçeyên Rojava û Reqayê, hêzên Rûsî derbasî nav wî bajarî bûbûn. Herwiha  liv û tevgera grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve jî li sînorê wê parêzgehê zêde bûne.