Birêveberiya Sûriyeyê ji Amerîkayê xwest ku dorpêçan bi temamî rake

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Amerîka Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derva ya birêveberiya nû ya Sûriyeyê, ji Amerîkayê xwest ku dorpêçên li ser welatên wan bi temamî rake.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), Wezareta Karên Derve ya birêveberiya nû bi daxuyaniyekê ji Amerîkayê xwest ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi rûxîna desthilata Esed re derbasdariya dorpêçan ji holê rabû û ji niha û bi şûn de dorpêç êdî tesîreke neyînî li gelê Sûriyeyê dikin.

Wezareta Karên Derve ya birêveberiya nû her wiha bang ki ku ji bo ku li Sûriyeyê aramî û refah were pêkanîn, divê dorpêç bi temamî bên rakirin.

Wezaretê diyar kir ku ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye ku Amerîkayê ji bo hêsankariya veguhastina alîkariyên mirovî û her wiha liv û lebatên di warê enerjî û hewaleyê de yên ji bo welat, muefiyeteke 6 mehî derxistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst