Di êrişeke DAIŞê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li çola bajarê Tedmurê yê Sûriyeye, di êrişeke çekdarên DAIŞê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên DAÎŞê îro li çola bajarê Tedmûrê êrişî otobuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 14 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin û 19 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneya bajarê Tedmûrê.

Herwiha çekdarên DAÎŞê 7ê Kanûna Paşîna 2024an jî li bajarê Meyadînê yê li rojavayê Dêrezorê êrişî pêgeheke artêşa Sûriyeyê kiribû.

Di wê êrişê de jî leşkerekî artêşa Sûriyeyê hatibû kuştin.