Çekdarên opozîsyona Sûriyê li Şehbayê operasyonek li dijî hikûmetê pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê li herêma Şeheba ya Efrînê li Rojavayê Kurdistanê operasyonek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dan destpêkirin. Li gorî fermandarekî serbazî yê Artêşa Niştimanî, di operasyonê de, çekdaran 7 serbazên Sûrî kuştine.

Piştî civînên di navbera berpirsên Tirkiyê û Sûriyê de, êrîşên çekdarên opozisyonê bo ser hêzên Sûriyê zêde bûne û hin çavdêr vê yekê wekî redkirina siyaseta Tirkiyê dinirxînin, lê hin çavdêr jî wekî fişareke Tirkiyê bo ser Sûriyê dinirxînin.

Hêzeke çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê li rojavayê bajarê Babê ye. Li gorî fermandarê grûpa Ehrar el-Şam a girêdayî Tirkiyê, wan operasyonek li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê li gundê Til Cîcan li navçeya Şehbayê encam daye.

Fermandarekî grûpên çekdar encamên wê opoerasyonê eşkere dike.

Fermandarê Serbazî Ebû Musab dibêje: “Demjimêr 6ê sibehê me operasyoneke taybet li dijî xalên çeteyên Esed li mihewerê Til Cîcanê kir. Spas ji Xwedê re me 6-7 serbazên hêzên rejîmê kuştin. Armanca me ji vê operasyonê wefadarî ji bo şehîdan û redkirina lihevhetin û nêzîkbûnê li gel rejîma Sûriyê bûye.”

Piştî civînên Tirkiyê û Sûriyê bi serpereştiya Rûsyayê, li navçeyên opozisyona Sûriyê hin çalakiyên serbazî li dijî hêzên Sûriyê tên kirin. Her wiha, li tevahiya navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê xwepêşandan li dijî siyaseta Tirkiyê derbarê lihevhatina li gel Sûriyê tên kirin.