Sûda alîkariyên bi deriyê Bab El Hewayê re derbas dibin digehêjin kê?

09-01-2023
RÛDAW
Sûda alîkariyên bi deriyê Bab El Hewayê re derbas dibin digehêjin kê?
Sûda alîkariyên bi deriyê Bab El Hewayê re derbas dibin digehêjin kê?
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Navdewletî biryara gihandina alîkariyan ji bo bakurê rojavayê Sûriyê 6 mehên din dirêj kir.

Dawîtirîn karwanê alîkariyên mirovî, ku ji 30 barhilgiran pêk dihat, roja Şemiyê 07ê vê meha Çile 2023yan, bi rêya Deriyê Bab El-Hewa derbasî wan navçeyan bûn.

Kî sûdê ji vê biryarê dibîne?

Bêhtirî 4 mîlyon kes sûdê ji alîkariyan dibînin ku ji , xwarin, av, cilûberg û kelûpelên din, pêk tê. Ji wê hejmarê 2.500.000 kes koçberên navxweyî ne, ji wan jî %80 jin û zarok in.

Li heman navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê, 725 kampên wan koçberan, ji alîkariyan sûdê dimînin.

Li gorî amarên rêxistinên navdewletî, ji wê hejmarê jî, 2.200.000 kes ji alîkariyên xwarinê sûdê dimînin.

Her li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, bi dirêjkirina biryarê ava paqij digihe 2.650.000 kes ji xelkên wan navçeyan. %50 ji saziyên tendirustiyê ji wan alîkariyan sûdê dibînin.

Zanyariyên “Tîma Koordînatorên Bersivdana Sûriyê” diyar dikin ku ji destpêka cîbicîkirina biryara navneteweyî ya 25.85 ya 2021 û biryara 26.42 ya 2022yan, mehane di navbera 600-800 barhilgirê derbas dibûn.

09ê Tîrmeha 2021ê, biryara 26.42 li Encûmena Asayişê ya Navdewletî hatibû nûkirin.  Piştre jî, 12yê Tîrmeha 2022yan, careke din hate nûkirin.

Sala 2014 Encûmena Asayişa Navdewletî biryar da ku alîkariyên mirovî bi riya 4 deriyên sînorî derbasî Sûriyê bibin, lê piştre tenê Deriyê Bab El-Hewa hate vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst