Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî got, “Serkeftina îro ji bo umeta Îslamê dîrokeke nû ye.”
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî piştî ketina Şamê bi çend saetan derbasî wî bajarî bû û Mizgefta Emewiyan a li Şamê axivî.
Ebû Mihemed El Colanî amaje bi wê yekê kir ku Beşar Esed zilm li xelkê Sûriyeyê dikir û got, “Serkeftina îro ji bo umeta Îslamê dîrokeke nû ye.”
"Esed Sûriye veguherand qada armancên Îranê"
Colanî da zanîn ku ev 20 sal in ew li benda vê kêliyê ye û wiha pê de çû:
“Vî zalimî (Esed) hemû li xelkê Sûriyeyê zilm dikir. Li Sûriyeyê malek ku ji ber şer zerer nedîtibe nemaye. Şikir ji Xwedê re, şer qediya.
Ev serkeftin ji bo tevahiya umeta Îslamê serkeftineke bêhempa ye.
Ev serkeftin ji bo herêmê dîrokeke nû ye. Me gelek caran xwe ji metirsiyan (êrişan) dûr dixist lê rejîmê Sûriyeyê kir qada armancên Îranê.
Wan mezhebperestî belav dikir û gendelî dikir û wan ev der kir mezintirîn kargeha hilberîna Captagonê ya li cîhanê.
Îro bi piştevaniya Xweda, bi hewldan û cesareta birayên me yên mucahîd, bi xwîna şehîdan û bi diayên jinebiyan û sêwîyan dê Sûriye ji van hemû karesatan paqij bibe.
Vê serketinê rê li ber azadiya girtiyan vekir. Mucahîdan tevî rejîma zalim jî bi pişgiriya Xwedê, zindan vekirin û girtî berdan.
Hûn ji kîjan mafan bê par bûne, heta em wan bi dest bixin em dê bi piştevaniya Xwedê li pey wan bin.
Bihêlin em daxwazek piçûk ji we bikin; Zêdetirî 20 sal in ez ji van axan dûr mam û min her tim xeyala rojeke wiha dikir.”
Serokê HTŞyê Ebû Mihemed El Colanî li Mizgefta Emewiyan a li Şamê axivî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 8, 2024
🔴 "Esed mezhebperestî belav kir"
🔴 "Esed Sûriye veguherand qada çavbirçîtiya Îranê"
🔴 "Serkeftina îro ji bo umeta Îslamê dîrokeke nû ye"
🔴 "Sûriye bûbû kargeheke hebên Kaptagonê" pic.twitter.com/lVyIk68zrc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse