Konseya Demkî ya Neteweyî: Rejîma Beşar Esed rûxiya

Hewlêr (Rûdaw) – Konseya Demkî ya Neteweyî ya Sûriyeyê got, “Rejîma Beşar Esed rûxiya” û wan 5 soz dan xelkê Sûriyeyê.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Konseya Demkî ya Neteweyî piştî vê yekê beyana xwe ya yekem belav kir û got:

“Em îro ji hemû cîhan û gelê mezin ê Sûriyeyê re radigihînin ku rejîma Beşar Esed piştî zilma xwe bi fedakariya ewladên vî welatî rûxiyaye.”

Konseya Demkî ya Neteweyî diyar kir ku Esed li pey xwe “wêranî û mîrateke tehl hiştiye û reviyaye.”

Li gorî beyanê, “Hêzên mixalif ên şoreşger kontrola Sûriyeyê xistiye destê xwe” û ew pêbend in ku dewleteke adil û demokratîk ava bikin ku tê de hemû kes azad û wekhev be.

5 sozên Konseya Demkî

Konseyê ev ev her 5 soz dan:

1. Em dê serwerî û yekîtiya Sûriyeyê biparêzin.

2. Endamên çi dibin bila bibin em dê hemû welatiyan û milkê wan biparêzin.

3. Em dê hewl bidin ku dewlet û saziyên wê li ser hîmên adalet û azadiyê ji nû ve ava bikin.

4. Em dê hewl bidin ku lihevkirineke neteweyî çêbibe û penabêr û kesên ku ji warê xwe hatine qutkirin bi awayekî birûmet vegerin malên xwe.

5. Em dê hemû kesên ku li hemberî gelê Sûriyeyê tawan kiribin di çarçoveya hiqûq û edaletê de berpirsiyar bigirin.

Konseya Demkî ya Neteweyî bangî xelkê Sûriyeyê kir ku bibe yek û dest bide hev û got, “Sûriyeya nû bi kesî sînordar nabe, dê bibe welatê her kesî.”