Tehrîr El Şam: Me Şam sitand, Beşar Esed reviya

08-12-2024
Nîşan Tehrîr El Şam Şam Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got, “Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Piştî kontrolkirina Humsê HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst