Li Helebê 11 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê parêzgeha Helebê, di êrîşeke çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê de, 11 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) îro bi dronan êrişî kargeha zeytê ya Orum El-Suxrayê ya li rojavayê Helebê kiriyê.
Di êrişa HTŞyê de 11 leşkerên Sûriyeyê yên ku li kargehê bûn hatine kuştin.
Li aliyê din, SOHRê da zanîn ku 5 çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê hatine kuştin û çend çekdar jî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023yan ve û heta niha li "navçeya kêmkirina rageşiyan" a Sûriyeyê 630 leşker, çekdar û sivîl hatine kuştin.
Herwiah 265 leşker, çekdar û 210 sivîl birîndar bûne ku di nav wan de 46 zarok û 25 jin jî hebûne.