Li Helebê 11 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan HTŞ Sûriye Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê parêzgeha Helebê, di êrîşeke çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê de, 11 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Desteya Tehrîr el-Şamê (HTŞ) îro bi dronan êrişî kargeha zeytê ya Orum El-Suxrayê ya li rojavayê Helebê kiriyê.

Di êrişa HTŞyê de 11 leşkerên Sûriyeyê yên ku li kargehê bûn hatine kuştin.

Li aliyê din, SOHRê da zanîn ku 5 çekdarên Desteya Tehrîr el-Şamê hatine kuştin û çend çekdar jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023yan ve û heta niha li "navçeya kêmkirina rageşiyan" a Sûriyeyê 630 leşker, çekdar û sivîl hatine kuştin.

Herwiah 265 leşker, çekdar û 210 sivîl birîndar bûne ku di nav wan de 46 zarok û 25 jin jî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst