Tora Sûrî ya Mafê Mirovan: Di mehekê de 86 sivîl li Sûriyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Saziyeke mafê mirovan ragihand, ku bi tenê di meha derbasbûyî de, li Sûriyê 86 welatiyên sivîl hatine kuştin, di nava wan de 51 zarok hene.

 

Di reporteke xwe de, Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku li gorî amar û datayên li ber destê wan, di meha Mijadarê de, “8 komkujî”li Sûriyê hatine kirin.

 

Li gore wê rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di encama wan êrişan de 51 zarok, 19 jin û 16 zilam hatine kuştin.

 

Herwiha li gorî wê saziya mafê mirovan, ku bi xwe saziyeke opozisyona Sûriyê ye, 9 sivîl li Idlibê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatine kuştin, li herêma bakurê Helebê jî, ji ber teqîna mayinekê 5 zarok hatine kuştin.

 

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di haman demê de dibêje, ji ber êrîşên balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li navçeya Hecîn a girêdayî Dêrezorê, zêdetirî 70 welatiyên sivîl hatine kuştin.