DAIŞê êriş kir: 30 serbaz û çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan SOHR DAIŞ Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – SOHRê diyar kir ku di çend êrişên DAIŞê yên li ser çend xalên pişkinîn û bingeheke leşkerî li Sûriyeyê de 30 leşker û çekdar hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja çarşemê ragihand:

“Di rêze êrişên DAIŞê yên li ser xal û bingeheke li çola Sûriyeyê de 4 serbaz û 26 çekdarên Hêza Parastinê ya Niştimanî hatin kuştin.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku êriş di navbera Reqa, Humis û Dêrezorê de pêk hatine.

SOHRê herwiha da zanîn ku birînên çend kesan giran in, lewma dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Li gorî çend çavkaniyan, balafirên Rûsyayê çekdarên DAIŞê kirine armanc û çend ji wan kuştine lê ti zanyariyên din belav nekirine.

Serokê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman jî berî çend rojan dabû zanîn ku DAIŞê li parêzgeha Reqayê 10 kes kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst