Îsraîlê êrişî Şamê kir: Gelek kuştî û birîndar hene

13 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê pişî teqînê\ Wêne û vîdeo: Medyaya civakî
Dîmenê pişî teqînê\ Wêne û vîdeo: Medyaya civakî
Nîşan Wezareta Parastina Sûriyeyê Şam Îsraîl Êrişa Îsraîlê Şerê Xezeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê êrişî Şama paytexta Sûriyeyê kir û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku ji ber êrişê 7 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser êrişa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Îsraîlê li Şamê avahiyek bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, jin û zarok jî di nav de 7 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne û hewlên rizgarkirina kesên di wê avahiya bombebarankirdî de berdewam dikin.

Her wiha ajansa SANAyê ku ajansa fermî ya Sûriyeyê ye jî diyar kir ku ji ber êrişa Îsraîlê 7 kes mirine û 11 kes birîndar bûne.

SANAyê da zanîn ku êriş li avahiyeke Taxa Mezeyê bûye û gelek balyozxaneyên welatan jî li wê taxê ne.

Li gorî çend vîdeoyên ku hatine belavkirin herî kêm 20 otomobîlan zerer dîtiye.

Divê were gotin ku heta niha berpirsên Îsraîlê li ser wê êrişê ti daxuyanî belav nekirine.

Piştî Adara 2011an şerê navxwe yê Sûriyeyê Îsraîlê bi dehan caran êrişî Sûriyeyê kir.

Îsraîl, baregeh û cebilxaneyên çekdarên nêzîkî Îranê bombebaran dike.

Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku ew dê ti carî destûrê nedin ku çekdarên nêzîkî Îranê li Sûriyeyê bi hêz bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst