Çîrokên evîndariya şervanên HSDê

Navenda Nûçeyan – Jiyana şervanên HSDê li Reqayê ne bi tenê şer û pevçûn e. Li ser dîmenên kuştin û wêraniyê xewnên wan ên avakirina jiyaneke nû jî hene. Hinek ji van şervanan destgirtiyên wan hene û ew li hêviyê ne evînên wan ji eniyên şer vegerin.

 

Di nava malekê li bajarê Reqayê de, dengê şervanekî ciwan ê Hêzên Sûriyeya Demokratik bilind dibe. Ew ji bo xoştiviya xwe stranan dibêje.

 

Şervanê bi navê Nimir bi xemgînî û dilşewat distirê û hestên xwe tîne ziman. Wî bêriya evîndar û destgirtiya xwe kiriye bêyî ku guh bide dengê şer û teqînan.

 

Şervanê HSDê Nimir dibêje: “Hinek caran ez ditirsiyam, ji ber ku çekdarên DAIşê li avahiya pêşiya me bûn. Ji ber vê yekê min jê re carekê bi telefonê lê dida, piştre ew dihat mala xuşka min. Ji ber ku mala xuşka min li serê bû û mala destgirtiya min li xwarê bû. Min ji bo dîtina wê her tişt dikir, lê me bi tirs hev didît. Dihat mala xuşka min û em bi hev re rûdiniştin. Em ligel hev diaxivîn û min jê re bi dengekî nizim distira. Em ditirsiyan ku DAIŞ pirsgirêkekê ji me re çêke."

 

Şervanên HSDê şer dikin û xewna wan ew e, ku ev şer zû bidawî bibe da ku jiyaneke nû li ser rojên kuştin û wêraniyê ava bikin.

 

Nimir dibêje: “Dema em vî bajarî ji destê çekdarên DAIŞê kontrol bikin, ezê bizewicim û zarokên min dê çîbibin. Ew keç dê bibe hevjîna min, ku di dema DAIşê de ez jê mehrûm bûm. Ez dixwazim bizewicim û zarokên min çêbibin û jiyana xwe jinûve ava bikim."

 

Gelek şervanên xort li eniyên şer li Reqayê hene, ku bêriya evîndar û destgirtiyên xwe dikin. Ew van hestên xwe bi azadî tînin ziman, ji ber ku di dema DAIŞê de wan nedikarîn hestên xwe derbibrin.

 

Şervanê bi navê Yasir jî diyar dike: "Min evîndara xwe nedidît, bi rêya teleonê me peywendî bi hevre dikir. Ji tirsa çekdarên DAIŞê me hev nedidît."

 

Zêdetirî 3 mehan e, HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, li Reqayê li dijî çekdarên DAIŞê operasyonê dike. HSDê heta nija 60% ji bajarê Reqayê kontrol kiriye.