Li Şamê berî Cejna Qurbanê bazar sar in

08-07-2022
RÛDAW
Li Şamê berî Cejna Qurbanê bazar sar in
Li Şamê berî Cejna Qurbanê bazar sar in
Nîşan Şam Sûriye Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şam a paytexta Sûriyê, berî du rojan ji hatina Cejna Qurbanê bazar sar in. Bilindbûna nirxan û desttengiya xelkê nahêlin ku xelk bi dilê xwe pêdiviyan bikirin.

Şêniyê Şamê Ebû Qusey el-Şamî got, “Dahat têra me nake, kirrîna taştê, firavîn û şîvê 35 hezar ji wan re divê. 4 zarokên min hene bi zorê ez wan bi xwarin û cil û berg dikim. Cejna biçûk min ji wan re cil û berg kirrîne lê ya mezin qet ez nikarim bikirrim.”

Di navbera her du cejnan de, Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê nirxên pêdiviyan zêde bilind bûne. Dahata xelkê û nirx ji hev dûr in. Li gor aborînasê Şamî Besam Qeleçî, rêjeya kirrîna şîrînî ji sedî 40 beramberî sala 2021ê daketiye û kirrîna cilûbergên zarokan jî bi rêjeya ji sedî 30 daketiye.

Şêniya Şamê Um Meyyar anî ziman, “Ez îro berî cejnê daketim bazarê, min cudahiyeke zêde mezin di nirxan de ji dema cejna biçûk û heta niha dît, her sal di navbera herdû cejnan de nirx zêde dibin. Bi taybetî bo wan malbatên ku zarokên wan hene, ji ber cilên zarokan buhatirin ji yên mezinan.”

Li gor aborînasê Sûrî Mahir el-Ezhet  niha li Şamê Ji%60 hêza kirrîna xelkê daketiye, vê yekê jî li çend sedeman vedigerîne, destengiya xelkê, buhabûna nirxên keresteyan û krîza sotemeniyê.

Niha li Sûriye 1 dolarê Amerîkî beramberî 4 hezar Lîreyên Sûrî danûstandin li gel tê kirin, di heman demê de piraniya xelkê Sûriyê bo debara jiyana xwe û kirrîna pêdiviyên cejnê pişta xwe bi hewaleyên kesûkarên xwe yên li derve ku dimînin girêdidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst