Ceyş El-Îslam mukir hat li taxa Kurdan çeka kîmyawî bikar aniye

Navenda Nûçeyan - Ceyş El-Îslam mukir hat ku çekên kîmyawî li taxa Kurdan Şêx Meqdûs a Helebê bikar aniye

 

Ceyş El-Îslam di daxuyaniyeke de ragihand, çekdarên wan çekên kîmyawî di topbarankirina Taxa Şêx Meqsûd de bikar anîne û fermandarê meydanî biryara bikaranîna gazên qedexekrî daye û ew fermandar ji bo dadgeha leşkerî hate şandin.

 

Di daxuyaniya Ceyş El-Îslam de wiha hat gotin,  dema bersivdayîna êrişeke li hemeberî şervanên Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YGP) de li ser rîya Kastêlo, fermandarekî wan yê meydanî li Helebê çekên qedexekirî bikar anîye.

 

Ceyş El-Îslamê amaje kir ku wî fermandarî ji ber ku feramana bikaranîna çekên kîmyawî daye, bo dadgeha leşkerî hate şandin.