Li Dêre Zorê teqîn: Mirî û birîndar hene

08-03-2023
Hisên Omer
Nîşan Dêre Zor Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibeha roja Çarşemê teqîneke bihêz li naverasta bajarê Dêre Zorê çêbû û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, teqîn li nêzîkî baregeheke milîsên ser bi Îranê li Taxa Himêdiyê li naverasta Derêzorê çêbûye.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Di teqînê de, 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê di encama teqîna mîneke çandî de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst