Beşar Esed û hevjîna xwe Esma Esed bi Coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Corona ketin û niha di karantînê de ne.

Serokomariya Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Corona ketin.

Li gor daxuyaniya tendirustiya Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed baş e, û niha di karantînê de ne.

Her wiha got, ku Esed û hevjîna xwe dê 3 heftiyan di kerentînê de bimînin û karûbarên dewletê li mala xwe birêve bibin.

Li gor serokayetiya Sûriyê, bandora Corona li ser wan kêm e û tenê di rojên destpêkê de bi sivikî hest pê kiribûn, piştî wergirtina testa corona, eşkere bû ku ew û hevjîna xwe bi Corona ketine.

Heta niha xuya nebû ye ka zarokên wan bi corona ketine yan na.