Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dirar ragihand: “Rûsya li Efrînê em tenê hiştin, lê Amerîka deverên ku bi me re hevpeymanî kiriye parastin.”
Riyad Dirar ji Rûdawê re diyar kir ku li Astanayê planek li ser Sûriyê hat danîn û niha ew plan tê cîbicîkirin û got: “Divê berxwedan berdewam bibe daku Efrîn radestî ti alî neyê kirin.”
Dirar amaje bi wê yekê kir ku Amerîka li herêma Efrînê ne di plana berxwedanê de bû û got: “Me wisa didît ku hevpeymana me ya Rûsyayê ya li Efrînê hevpeymaneke rasteqîn e, lê wan em tenê hiştin. Lê belê Amerîka deverên ku bi me re hevpeymanî kiriye parastin.”
Riyad Dirar eşkere kir ku divê nêrîneke hevbeş a Kurdan hebe daku pevçûneke Kurd li dijî Kurd dernekeve holê û got: “Tirk bi vê herêmê wisa serederî dikin ku ev herêm herêmeke Kurdî ye.”
Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh çarşemê ragihand ku ewê 1700 şervanên xwe ji eniyên şerê li dijî DAIŞê yên li Dêrezor û Reqayê vekişînin û ji bo berevaniya Efrînê, bişînin wê herêma Rojavayê Kurdistanê.
Îro pêncşemê 8ê Adara 2018an, Artêşa Tirkiyê ragihand ku hêzên wan gihîştine navenda bajarokê Cindirêsê û ev bajarokê herêma Efrînê jî kontrol kirine.
Li gor Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê, bi kontrolkirina Cindirêsê, hejmara bajarokên Efrînê ku ji aliyê hêzên wan ve hatine kontrolkirin, dibe 5 bajarok. Artêşa Tirkiyê grûbên çekdar ên girêdayî wê pêştir ragihandibûn, ku bajarokên Raco, Bilbil, Şiyê û Şera ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê ji roja 20ê Çileya îsal ve operasyoneke ser herêma Efrînê dane destpêkirin û navê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" lê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse