Xûteya Rojhilat li benda alîkariyê ye û zarok birçî ne

08-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Xuta Sûriye Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê Xaça Sor a Navdewletî bi alîkariya Heyva Sor a Sûrî û Neteweyên Yekbbûyî derbasî bajarê Dûma yê Xûteya Rojhilatê Şamê bû. Piştî nêzîka 20 rojan bordûmana firokeyan xelkê Xûteya Rojhilat û Dûmayê neçar mabûn di jêrzemînan de bijîn.


Derbarê wê rewşa xirab de jineke ji Dûmaya Xûteya Rojhilat derdê dilê xwe wiha tîne ziman. “Ev 15-20 roj in zarokan roj nedîtiye, ma qey kes tune alîkariya me bike, çima kesek alîkariya me nake, heta kengî wê civaka navdewletî bêdeng be, me korîdor divên, daku kesên dorpêçkirî ji jêr vê bordûmanê derkevin, zarok ji bavên xwe bêpar in, ne xwarin, ne av, ne dernman, ti jiyan li vê derê nemaye, em dixwazin wek xelkê li derve bijîn.”


Dorpêçkirina berdewam ji 5 salan ve, û bordûmana firokeyên şer û şerê berdewam di navbera hikûmetê û grûpên çekdar ên opozisyonê de, hişt ku xelkê Xûteya Rojhilatê Şamê di jiyaneke gelek xerab û zehmet de derbas bibin, heta gihişt ku pincar û giya û nanê cehî bixwin.


Dapîreke Dûmaya Xûteya Rojhilat jî wiha dibêje: “Hûn bixêr hatin, ez jineke pîr li erdê rûniştî me, ez nikarim bilivim, ji ber em nanê cehî dixwin, pêdiviya me bi alîkariya we heye, bordûmanê mala me wêran kir, ji ber nexweşiyê ez hew dikarim rabim, zarokên me ne xwarin, ne av, tiştek tuneye, me alîkarî divê.”


Zarokên Xûteya Rojhilat jî behsa tirsa xwe ji ber bordûmana firokeyên şer dikin, zarokek dibêje ku ew di tirsê de dijîn, tenê ew nanê cehî dixwin.


Zarokê kêmendam wiha qala tirsa xwe ji firokeyan dike: “Hûn bixêr hatin, em di tirseke mezin de dijîn, em li vê derê nanê cehî dixwin, ez bi xwe jê hez nakim, her ku ez nanê cehî dixwim, di ber min de dimîne, pêdiviya me bi alîkariya we heye.”


20 roj dibe ji ber êrîşa artêşa Sûriyê û grûpên alîgir bi piştevaniya firokeyên şer ên Rûsyayê bo ser Xûteya Rojhilat, zêdeyî 800 sivîlan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 4 hezar kes jî birîndar bûne.


Xaça Sor a Navdewletî di van çend rojên dawî de 46 barhilgirên alîkariê ku 5500 selikên xwarinê ji 27,500 sivîlan re lixwe digirin hilgirtine û derbasî Dûmaya Xûteya Rojhilat kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst