Sûriye: Rejîm û Opozisyona mafên zarokan binpê dikin

 

Bi dêrjbûna şerê navxwe yê Sûriyê, binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî binpêkirina mafên zarokan zêde dibe. Di raporteke Neteweyên Yekbûyî de, her yek ji rejîm û opozisyona Sûriyê ya çekdar bi binpêkirinên dijwar û tirsnak li dijî zarokan hatine tohmetbarkirin û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî daxwaz li hemû aliyên dijberiya Sûriyê kir ku biçekkirina zarokan û bikaranîna wan di opoerasyonên leşkerî de yekser rawestînin.

 

Roja înê, Encûmena Asayişa Navneteweyî, bi tevahiya dengan, biryarek der kir ku tê de bikaranîna zarokan di şer de ji aliyê hikûmet û grûpên çekdar ve û êrîşên li dijî dibistan û xistexaneyan şermezar dike.

 

Di raportekê de ku nivîsgeha nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên zarok û dijberiyên çekdar, Leyla Rezûqî amade kiribû, her yek ji rejîm û opozisyona Sûriyê ya çekdar bi binpêkirinên dijwar û tirsnak li dijî zarokan hatine tohmetbarkirin.

 

Raportê çendîn hûrgiliyên binpêkirinê, mîna îşkencekirin û destdirêjiya cinsî li dijî zarokan di navendên girtinê yên ser bi artêşa fermî ya Sûriyê de û bikaranîna zarokan mîna mertalên mirovahî aşkere kirin.

 

Raportê herwiha biçekkirina sîpeyên ku temenê wan kêmî 18 salan e û bikaranîna wan di şer de ji aliyê Artêşa Sûriyê ya Azad û grûpên çekdar ên kurd ve aşkere kirin.

 

Di konfranseke çapemeniyê de, nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Leyla Rezûqî hêzên rejîma Sûriyê, Artêşa Azad û grûpên çekdar bi bikaranîna zarokên Sûriyê di opoerasyonên leşkerî de tohmetbar kirin û got hemû aliyên hevdij di Sûriyê de mafên zarokên Sûriyê bi awayekî berdewam binpê dikin.

 

Berpirsa navneteweyî bang li artêşa rejîma Sûriyê, Artêşa Azad û grûpên çekdar kir ku bikaranîna zarokan di şer de û êrîşên li dijî dibistan û naxweşxaneyan li hemû bajar û bajarokên Sûriyê yekser rawestînin.

 

Ji aliyê xwe ve, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon daxwaz li hemû aliyên dijberiya Sûriyê kir ku biçekkirina zarokan û bikaranîna wan di opoerasyonên leşkerî de yekser rawestînin û tekez kir ku ji mafê hemû zarokan e ku ji bikaranîna xirab bên parastin.

 

Li gorî vê raportê ku yekem raporte derbarê rewşa zarokan de di nava dijberiya Sûriyê de ku radestî Encûmena Asayişa Navneteweyî tê kirin, û ji destpêka adara 2011an heta mijdara 2013an rûmal dike, di vê demedê bêtirî 100 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin ku ji wan bêtirî 10 hezar zarok in.

 

Her li gorî raportê, ji bilî kuştin, girtin û hemû şêweyên îşkencekirinê, mîna lêdana bi kablan, hikirina neynokan, şokên elektirîkê û tundûtîjiya cinsî, bêtirî 2 melyon û 200 hezar zarokên sûrî ji xwendin û dibistanan bêpar in.

 

Bandora wêrankar a şerê Sûriyê li hemû nifş û çînên civakê zor e, lê wêrankarî û metirsiya herî mezin, li ser zarok, ango siberoja Sûriyê ne.