Ji Helebê 1000 malbat ji ber erdhejê koçberî navçeya Şehbayê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja roja Duşemê, bêhtirî 1000 malbatan ji Helebê koçberî navçeya Şehbayê bûne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov-Efrînê Îbrahîm Şêxo ku li Şehbayê dimîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, heta niha bêhtirî 1000 malbatan ji Helebê koçberî Şehbayê bûne.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piraniya koçberan ji herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên kurdnişîn in ji ber wêraniya ku li her du taxan çêbûye wan xwe li navçeya Şehbayê girtine.

Şêxo diyar kir ku beşek ji wan li gundê Tilşiîrê li navçeyê niştecîbûne û tu pêdawîstiyên jiyanê li ber destê wan nîn e.

Şêxo da zanîn ku ew gund berê di dema şer de rastî wêraniyeke mezin bûye û bikêrî niştecîbûnê nayê, lê tevî weha jî, koçber ji bo parastina jiyana xwe lê kon vedane û niştecî bûne.

Koçberek ji Helebê jî dibêje: “Em li Eşrefiyê li Helebê bûn. Me xwe li van kampan girt ji ber karesata ku li Helebê çêbû. Avahî bi temamî hilweşiyan, zarok li kolanan mane,. Pîrejin, pîremêr, kuştî, birîndar, xelk li parkan radizên. Em bi cil û bergên xwe derketin û xwe li navçeya kampan girt tevî ku bikêrî niştecîbûnê nayê, lê ewlehî bêhtir lê heye."