VÎDEOWALL – Pêşketinên herî dawî yên artêşa Sûriyê li Heleb û Idlibê

08-02-2020
RÛDAW
Hêzên artêşa Sûriyê hejmareke gund kontrol kirin
Hêzên artêşa Sûriyê hejmareke gund kontrol kirin
Nîşan Sûriye Idlib Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî, hêzên hikûmeta Sûriyê pêşketinên nû li bakurê Seraqibê û başûrê Helebê bi dest xistine.

Şeva borî, hêzên hikûmeta Sûriyê li başûrê Helebê gundên Zeytan û Birne kontrol kirin û nêzîkî navçeya Îkarda ya stratejîk bûne. Her li herêma başûrê Helebê, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Hiwîr û navçeya Erd El-Şêx û Um Etebe kontrol kirin

Li bakurê Seraqibê jî, hêzên hikûmeta Sûriyê gundên Til Keratîn, Icaz û Abad kontrol kirine. 

Bi tevahî, nêzîkî 25 kîlometreyan ji wê rêya navdewletî di navbera Helebê û Seraqibê de, di destê hêzên opozisyonê de mane.

Tevî pêşketinên hêzên hikûmeta Sûriyê, Tirkiyê bi berdewamî karwanên serbazî dişîne deverê. Di nava çend rojên borî de, Tirkiyê 5 karwanên serbazî şandine navçeyê. Herî dawî jî Tirkiyê nêzîkî 330 otomobîlên serbazî, top û tank şandine navçeyê.

Berî şerê Îdlibê, 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li navçeyê hebûn, lê Tirkiyê 4 xalên nû li navçeyê cîgir kiribûn û hejmar wan bibû 16 xal.

Ji wan 8 xal ketine nav deverên li jêr destê artêşa Sûriyê.

Tirkiyê hêzên xwe ji 3 xalan li derdora Seraqibê vekişandine, lê li hember jî, hêzên xwe li Teftenaz û Mestûme bicî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst