Ramî Ebdurehman: Deshilata Esed êdî bi dawî bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdurehman ragihand ku êdî li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed bi dawî bûye.

Komên çekdar li başûrrojavayê Şama paytextê Sûriyeyê li dijî hêzên hikûmetê bi pêş ve diçin, dikevin taxên li başûr.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku êdî desthilata Serokê Sûriyeyê Beşer Esed li welatî bi dawî hat û ew di saetên xwe yên dawî de ye.

"Mijar bi dawî bû"

Ramî Ebdulrehman li ser bi pêşketina komên çekdar a ber bi Şama paytexta Sûriyeyê ve wiha got:

"Gihîştin, ev tê wateya ku dûr bûn û gihîştin, yên gihîştine, ew grûpên ku lihevkirin bi rêjîmê re pêk anîne. Wan bajar û bajarokên deverê û derdora paytextê Şamê kontrol kirin.

Hêzên Hikûmeta Sûriyê ji wan deveran, nemaze ji navend bajarê Şamê ber bi bakurê Şamê vekişiyan. Ango bi dawî bû.

Em dikarin bi yek hevokê bêjin ku mijar bidawî bû. Niha rewş girêdayî van demjimêrên pêş e, ez nabêjim çend rojên pêş.

Her çiqas Beşar Esed û serokatiyê daxuyaniyekê derbixin ku Beşar Esed li ofîsa xwe ye û li ser karê xwe ye, bila derbikeve û fermanên xwe bide ku dê fermanê bide kê? Kî dibêje û kî diaxive û ji kê re diaxive.

Ji ber wê ez dibêjim mijar bidawî bû.

Niha Beşar Esed tenê di warê şiklî de heta çend saetan an çend rojan heye.

Lê Beşar Esed piştî 53 salan ji desthilata partiya Baas an jî desthilata malbata Esed, îro em dikarin bêjin ku bi dawî bû.

53 sal ji sala 1971an ve Hafiz Esed deshilat bû û piştre radestî kurê xwe Beşar Esed kir. Ev mijar bi dawî bû.

Êdî desthilata Beşar Esed kurê Hafiz Esed nema, ku desthilata Sûriyê dikirin."

"Tirkiye dixwaze di navbera Kurd û Ereban fitneyê derxe"

Di beşeke din a axaftina xwe de Ebdulrehman got, "Niha Tirkiye dixwaze di navbera Kurd û Ereban fitneyê derxe.

Îro me dît Hakan Fîdan (Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê) piştî civînan got HSD terorîst e. Em dixwazin Tirkiye destwerdana xwe ya li Sûriyeyê rawestîne."