Hikûmeta Sûriyeyê ji Dera û Siweydayê vekişiya

07-12-2024
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Sûriyeyê Dera Siweyda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku hêzên artêşa Sûriyeyê ji bajarên Dera û Siweydayê vekişiyane.

Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê operasyoneke berfireh da destpêkirin û Heleb kontrol kir û Hikûmeta Sûriyeyê ji çend bajarên din jî vekişiya bipêşveçûna komên çekdar bileztir bûye.

HTŞyê diyar kir bi mercê bi awayekî ewle derkevin serkirdeyên Hikûmeta Sûriyê tevahiya navçeyên parêzgeha Derayê radestî wan kiriye û artêşa Sûriyeyê ji wê parêzgehê vekişiyaye.

Li parêzgeha Siweydayê yê li başûrê Sûriyeyê, komên çekdar dest danî ser baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst