Him bixwe li hev didin him jî balafirên hêzên hevpeyman li wan didin

07-11-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûn di navbera çekdarên Cebhet El Nûsre û Cebhet Siwar a Sûriyê (Eniya Şoreşgerên Sûriyê) de li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê berdewam dike. Balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman jî li wan dan û komek ji wan kuştin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, %90 ji parêzgeha Idlibê niha di bin kotrola Cebhet El Nusre de ye û deverên li ser sînorên Efrîn û Idlibê, ji gundê Etme heya  Darazê, Dana û Etaribê, di bin bin kontrola Cebhet Siwar a Sûriyê û Tevgera Hezim de ne.

 

Roja 14ê Îlona îsal, Cebhet Siwar a Sûriyê  şer li dijî Cebhet El Nûsre ragihand, ji ber ku gellek ji xelkê Idlibê ji fermandarê leşkerî yê wê komê, nerazî bûn û li cem El Nûsre gilî dikirin. Ji ber vê jî 125 çekdar bi çekên xwe ve ji Cebhet Siwar a Sûriyê cuda bûn û tevlî El Nûsre bûn.

 

Cebhet Siwar a Sûriyê jî daxwaza çekên xwe ji wan kir lê lîwa û ketîbeya cudabûyî razî nebûn çekên xwe bidin ji ber vê jî şer di navbera wan herdu aliyan de derket.

 

Tevgera Ehrar El Şam jî, ji aliyê xwe ve, hewlên navbênkariyê da ji bo ku şer di navbera El Nûsre û Cebhet Siwar a Sûriyê de rawsete lê heya niha hewlên wê bêencam mane.

 

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê îro sibehê li parêzgeha Idlibê li çeperên El Nûsre û Ehrar El Şamê da. Hat gotin ku di encama wan êrişan de hinek çekdarên El Nûsre her wiha du zarok hatine kuştin.

 

Li Parêzgeha Idlibê, gellek komên çekdar yên mîna Cebehet Siwar a Sûriyê, Ceyş El Mucahidîn, Ehrar El Şam, Tevegra Hezim û El Nûsre hene lê hêza Tevgera Hezim û Cebhet Siwar a Sûriyê ji El Nûsre xurtir bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst