Sûriye: Îsraîlê êrişî navendên me yên leşkerî kir

07-10-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Rejima Sûriyeyê Sûriye Hims Hema Artêşa Sûriyeyê Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastina Sûriyeyê diyar kir ku Îsraîlê li nav xaka wê çend navendên wan ên leşkerî bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniyê ji ber êrişan ti zererekê canî çênebûye.

Doh êvarî Wezareta Parastina Sûriyeyê li ser êrişên Îsraîlê yên li nava xaka xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn ku Îsraîlê ji aliyê bakurê Libnanê êrişî çend navendên leşkerî yên wê kirine û ji ber wan êrişan ti zerereke canî çênebûye.

Beriya ku daxuyaniya Wezareta Parastina Sûriyeyê êrişa Îsraîlê piştrast bike Parastina Asmanî ya Sûriyeyê diyar kir ku wan li nav welat bersiv daye çend êriş û binpêkirinên asmanî yên nava xaka xwe.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê, Îsraîlê li başûrê Himsê û li başûrê Hemayê ambarên çekan û cebilxane bombebaran kirine.

Her wiha çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku ew ambarên hatine bombebarankirin ên Artêşa Sûriyeyê bûne.

Li aliyê din, çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku îro Îsraîlê çend barhilgirên ku alîkarî dibirin ji Libnanê re jî hatine bombebarankirin û ji ber wê bombebaranê 3 kes birîndar bûne.

Piştî şerê navxwe yên Sûriyeyê, Îsraîlê bi dehan caran êrişî navendên leşkerî yên Sûriyeyê û milîsên çekdar ên nêzikî rejîma Îranê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst