Beşar Caferî bû Balyozê Sûriyê li Rûsyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed, Beşar Caferî ku berê cêgirê wezîrê derve yê wî welatî bû, wek Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê destnîşan kir.

Beşar Caferî di navbera salên 2006 heta 2020an de nûnerê Sûriyê bû li Neteweyên Yekbûyî.

Caferî 66 salî ye, dîplomatekî Sûrî yê naskirî û xelkê Şamê ye, di sala 1980 de di Wezareta Navxwe ya Sûriyê de dest bi karê dîplomasî kir.

Beşar Caferî li Zanîngeha Parîsê doktora di zanistên siyasî de wergirtiye.