Taxa Eşrefiye ya Helebê kurdên Efrînê bûn lê niha vala ye

07-09-2014
RÛDAW
rudaw
rudaw
A+ A-


Taxa Eşrefiyê li Bajarê Helebê ku berî şoreşa Sûriyê despê bike, piraniya nişteciyên wê kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn û piraniya wan jî xelkê Efrînê bûn. Ji ber nebûna derfetên kar wan berên xwe dabûn Bajarê Helebê.


Lê Heleb nema Heleba berê, ew gelekî hate guhertin di encama şerê di bajêr de û piraniya nişteciyên wê yên ku kurd bûn,niha jê derketine û berên xwe dane Efrîn û Tirkiyê.


niha jî tenê komek biçûk ji kurdan li wir mane, lê ne zîdetirî 50 malan in.


Hinek ji nişteciyên Eşrefiyê karîbûn tiştên malên xwe bi xwe re bibin Efrînê, lê hinekê din jî nikarîbûn. Li ber gurbûna şer di navebra Hêzên Hukûmeta sûrî û Artêşa Azad de ku ew tax dihate topbarankirin û bomebebaran kirin, ji ber vê piraniya malan hatin talankirin û dizîn.


Xelkê ku niha hîn li Eşrefiyê mane, dibêj in ku xeteke avê tenê digihê Eşrefiyê û ew jî gelekî kêm tê û her çend rojan av digihê wan û nêzîka 2 sala ne ku elektrîka fermî ya Hukûmetê li Eşrefiyê tine ye, ji ber vê ew bi jeneroterên elektrîkê yên xwemalî xwe dabîn dikin, û her Ampêrekê bi 500 LS ye.


beşek ji Eşrefiyê di bin kontrola Hêzên Hukûmeta Sûrî de ne, ku ji çerxerê ango Diwara Yekê ya Eşrefiyê despêdike heya nêzîka diwara duyem a pêşiya Mizgefta El Bedewî.


Beşê duyem jî ku ji Diwara diduwa heya Xaldiyê û Benî Zêd di bin kontrola Lîwa Şuheda Bedir de ye, ya bi ser Artêşa Azad ve.


Li Eşrefiyê tevde tenê firneke heye û ppiraniya pêdiviyên rojane li hehe, lê li Taxa Şêx Meqsûd erzantir e, ji ber vê jî piraniya xelkê Eşrefiyê berên xwe didin Taxa Çêx Meqsûd da ku pêdiviyên xwe ji wir bikirin. Her çend mehane Artêşa Azad hawarkariyê ji wan re dabîn dike û li nişteciyên Eşrefiyê belav dikin.


Tenê xaleke pijîşkî li Eşrefiyê heye ku girêdayî Hukûmeta demkî ye ya opozisyonê, lê ew xala pijîşkî tenê birînên sivik derman dike û nişteriyê jî li deverên din dikin wek Texa Saxûr anjî li Tirkiyê.


Taxa Şêx Meqsûd jî, ya rojhelatî di bin kontrola Artêşa Azad ye û ya Rojavayî di bin kontrola YPG de ye. Aliyê Şêx meqsûd, ango wek bi navê Telhêt El ewarêd tê naskirin, di bin kontrola Hêzên Hukûmeta Sûrî de ye.


Xelkên Taxa Eşrefiyê dibêj in ku wan rojên xwe yên herî zehmet di topbaran û bombebarankirinê re derbas kirin , û dibêj in ku heya niha ew bombebaran heye, lê ji wa berê ziviktir bû ye.

nişteciyên Taxa Eşrefiyê yên ku koçberî Efrîn û Tirkiyê bûne, her tim li hêviya aramiyekê ne ku ew karibin rojekê vegerin malên xwe û jiyana xwe li wê derê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst